Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 230,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 230,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 233,439 kes jiber vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 1,000,000 kes bi vîrusa korona ketine û 63,019 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 27,967 mirîyan Îtalya, bi 26,842 mirîyan Brîtanya 24,543 mirîyan jî Îspanya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Wê vîrusê li Çînê jî heta niha 6,623 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG