Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 555 Hezar Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 555,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 555,166 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 133,291 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 69,184 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 44,687 mirinan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 4,641 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG