Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 240 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 235,856,159 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 44 mîlyonan e.
Li dû Amerîka bi 33,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 21,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,817,613 kesan canên xwe ji dest dane.
Amerîka bi 705,282 mirinên ji vîrsua korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi nêzî 600,00 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 108,622 kes bi vîrusa korona ketine û 4,849 kes bi wê mirine.