Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Testa Vîrusa Korona ya Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence Negatîf Derket


Testên vîrusa korona yên Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û xanima wî Karen Pence negatîf derketin.

Mike Pence tîma bo têkoşîna dijî vîrusa korona kar dike birêve dibe.

Wî gotibû ku tevî ku doktorên Qesira Sipî pêşnîyaz nakin jî ew û xanima wî dikin testa vîrusa korona bikin.

Berdevika Mike Pence ragihand ku testên wî û xanima wî negatîf derketine.

Xebatkarekî ji ofîsa Mike Pence roja Înê bi vîrusa korona ketibû.

XS
SM
MD
LG