Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîsa Amerîkayê li Hewlêrê Bistîne


Her ji roja Sêşemê, 25’ê Hezîranê vir ve, welatîyên Îraqî dikarin li paytexta Herêma Kurdistanê daxwaza wergirtina vîsa Amerîkayê bikin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî li Hewlêrê hejmareke cûrên vîsayê dide welatîyên Îraqî, wek vîsa turistî, vîsa xwendinê, vîsa kardarî û vîsa karkerên demkî. Lê belê vîsayên dilompatîk û koçberî di destê balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê de ne.

Jibo pêzanîyan derbarê çewanîya wergitina vîsayê, serdana malpera Konsulxaneya Giştî bike:
http://erbil.usconsulate.gov/niv.html

Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê herwiha xizmetguzarîyan pêşkeşî welatîyên Amerîkî li Îraqê dike, wek nûkirina passportê.

Adresa Konsulxaneya Amerîkî li Herêma Kurdistanê:
413 Îştar, Ankawa
Hewlêr, Îraq
XS
SM
MD
LG