Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vîzaya ku Karkerên Bîyan bi Kar Tînin Diguherîne


Serokê Amerîka Donald Trump jibo vîzaya H-1B, ku karkerên bîyan yên pispor bi kar tînin, jinûve were çêkirin biryarnameyek îmza kir.

Li ber e ku bi biryarnameyê, karkerên bîyan ji projeyên hikûmetê bêne dûr xistin.

Trump bi vê biryarnameyê armanc dike ku sozên ku jibo kempeyna "Berê Amerîka" dane bîne cîh.

Trump ewê fermanê bide Wezareta Dadê, Wezareta Karên Derve û Wezareta Ewlekarîya Navxweyî ku jibo vîzaya H-1 reforman pêşnîyaz bikin.

Trump biryarnameya nû li eyaleta Wisconsin ragihand.

"Bi vê gavê emê berevanîya xebatkarên xwe yên jibo cîhanê dixebitin bikin. Em didin zanîn ku emê karên xwe biparêzin û Amerîka derxin pêş" Trump got.

Tê zanîn ku bi vîzaya H-1B her sal nêzî 85 hezar koçber tên Amerîka.

Koçberên H-1B bi kar tînin pirtir di sazîyên teknolojîyê de dixebitin.

Li gor Reuters'ê 15 ji sedê xebatkarên Facebook'ê H-1B bi kar tînin.

XS
SM
MD
LG