Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka 31 Salîya Xwe Pîroz Dike


Em wek Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) salvegra xwe 31'an ya damezrandinê, bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka, ku bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin, di şeva 24'ê Nîsanê ji Washingtonê dest bi weşana xwe ya yekê kiribû.

Di destpêkê de Dengê Amerîka bi 5 karmendan her roj bi tenê 15 deqe weşana radyoyê pêşkeş dikir, lê niha weşanên radyo, TV û platformên dîjîtal, bi nêzî 40 xebatkar û nûçegîhanan didomin.

Sazîya Dengê Amerîka (Vice of America) niha nêzî 50 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOA ye.

Weşanên Kurdî yên Dengê Amerîka bi zaravayên Kurmancî û Soranî têne kirin û em bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digehejin temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

VOA Kurdî taybetî di salên dawî de girîngî dide weşana televîzyonî û her hefte bernameyên taybet amade dike.

Pişka Kurdî di nav salên dawî de bernameyên nû yên televîzyonê yên wek 7Reng, Rojev û Çavê Washington pêşkêş dike.

VOA Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî û du rûperên Facebookê yên bi heman awayî weşan û bernameyên xwe belav dike.

Beşa Kurdî ya VOA herwiha bi platformên wek Twitter, Instagram, YouTube jî bername, nûçe û raportên curbicir digehîne temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

Hêjayî gotinê ye ku xencî xebatkarên ku li navenda VOA li Washingtonê dixebitin, jimareke nûçegîhanên me li herêmên Kurdan li Tirkîyê, Sûrîyê û Îraqê ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî hezkirîyên xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.

Kerem kin guh bidin weşana me ya yekê ya 31 sal berê:

VOA Kurdish First Program
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:19 0:00
XS
SM
MD
LG