Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) roja Duşemê, 21’ê Sibatê, biryareke fermî da ku malpera beşa Tirkî ya Dengê Amerîkayê dê di nav 72 saetan de were girtin eger Dengê Amerîka (VOA) dest bi prosesa serlêdana wergirtina destûrnameya weşana înternetê neke.
Gelek dezgehên ragihandinê li hundir û derveyî Tirkîyê fikarên xwe derbarê vê daxwaza destûrnameyê nîşan dane ku ev yek hatiye kirin jibo sansurê rojnamevanîyê bike.
Destûrname jibo weşana radyoy û televizyonê standard e, jiber ku qada weşanê çavkanîyeke giştî ya sînordar e, û hikûmetan jî berpirsîyeke pênasînkirî heye ku vê qadê kontrol bikin da ku piştrast bikin ku ew di berjewendîya giştî de tê bikaranîn. Lê tersî wê yekê, internet ne çavkanîyeke sînordar e, û mebesta pêkan ya bi tenê jibo ferzkirina wergirtina destûrnameyê jibo weşana înternetê rêdana sansurê ye.
VOA dezgeheke xizmeta giştî ye ku weşana navnetewî dike. Li gor qanûnê, ji VOA tê xwestin ku nûçeyan bi awayekî “rast, objetîv û berfireh” jibo gelê li hemû welatên ku weşanê lê dike, bişopîne.
Li gor vê yekê, Peymana VOA rê nade VOA ku qebûl bike ku şopandina wê bi ti awayî were sansur kirin. Biryarên me yên sernivîskarîyê her gav bi rîya bilindtirîn pîvanên rojnamevanîyê tên dayîn. Lewra, Dengê Amerîka nikare ti fermanan ji alîyê sazîyekê qebûl bi cîh bîne yan jî naverokê rake. Dengê Amerîka nikare vê sansurkirinê li xwe qebûl bike.
“Gefeya girtina malperên Dengê Amerîka, Deutsche Welle û çi dezgehên din yên serbixwe yên ragihandina pîşesaz li Tirkîyê cihê xembarîyê ye,” Rêvebira demkî ya Dengê Amerîka, Yolanda Lopez, got.
“Serxwebûna rojnamevanî ya Dengê Amerîkayê nikare têkeve bin vê biryarê yan jî bin kontrola çi hikûmeteke din ku bibe sedema sansurkirinê yan jî tiştekî wek wê,” Lopez dîyar kir.
Li gor vê yekê, ligel nebûna alternatîvekî din, VOA bawer dike ew mecbur e ku derheqa daxwaza wergirtina destûrnameyê, nerazîbûnekê ji karbidestên Tirk re rake.