Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Rojbûna 25'an ya Pişka Kurdî Dengê Amerîka Ye


25 Nîsanê rojbûna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) ye û em îro salvegera 25'an ya damezrandinê bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li 25’ê Nîsana 1992’an bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin. Sazîya Dengê Amerîka pirtir ji 40 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û Beşa Kurdî jî yek ji wan beşan e.

VOA Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne û bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digeheje temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

VOA Kurdî taybetî di salên dawî de girîngî dide weşana televîzyonî û her hefte 2 bernameyên taybet amade dike. Em ji hevkara me ya li Herêma Kurdistana Îraqê, NRT TV rojên Sêşemê û Înê bernama Kurd Connection û ji Ozgur Gun TV ya li Amedê re roja Çarşemê programa Kurdvîzyon pêşkêş dikin.

Pişka Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî weşan û bernameyên xwe belav dike.

Berpirsa Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Xanim Fexrîya Doskî ye ku ji damezrandina Pişka Kurdî ya vir ve li radyoyê kar dike.

Vê gave, xencî xebatkarên ku li Washingtonê kar dikin û jimareke peyamhinêrên me li Îraq, Sûrîyê û Tirkîyê ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî guhdarên me pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.

Kerem guh bidin bernama me ya yekê:

VOA_Kurdi_Bernama_1
please wait

No media source currently available

0:00 0:13:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG