Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanên Dengê Amerîka li Duhokê Berfireh Dibin


Weşana radyo ya Dengê Amerîka li parêzgeha Duhokê rojane di demjimêr 5ê êvarê bi dema Herêma Kurdistanê li ser pêla 99.9. li Zaxo li Radyo Newa tê guhdar kirin û bernameyên heftane li Radyo Badînan li ser pêla 96,5 FM tên bihîstin.

Ev destpêka hin peywendîyên ragihandinê ye di navbera Dengê Amerîka û hin sazîyên din li parêzgeha Duhokê ku rûniştvanên Duhokê rojane haydarî weşana Dengê Amerîka bibin.

Dengê Amerîka guhdarên xwe hene bi taybet di medya civakî de, pêngavên vê dawîyê yên weşanê li Duhokê ji guhdar û wan sazîyan bizanîn dîtinên wan çi ne.

Beyar Amêdî yek ji guhdarên Dengê Amerîka dibêje ku belavkirina weşana Dengê Amerîka li Newa û Badînan pêngaveke baş e.

“Ev dê bibe pirek e navbera me û welatên cîhanê û Dengê Amerîka yek ji wan dezgehan e ku li ser asta cîhanê gelek giring e.”

Mêvan Berwarî, ku yek ji karmendên radyoya Badînan e, dixwaze ku ev peywendî hîn xurtir bie.

Rûniştvanên parêzgeha Duhokê dibêjin ew çaverê ne ku peywendîyên navbera Dengê Amerîka û sazîyên ragihandinê li Duhokê berfireh bin.

XS
SM
MD
LG