Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

26 Sal in ku VOA bi Zimanê Kurdî Dipeyîve


VOA Kurdish
VOA Kurdish

25 Nîsanê rojbûna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) ye û em îro salvegera 26'an ya damezrandinê bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka li 25’ê Nîsana 1992’an bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin.

Sazîya Dengê Amerîka pirtir ji 40 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û Beşa Kurdî jî yek ji wan beşan e.

VOA Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne û bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digeheje temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

VOA Kurdî taybetî di salên dawî de girîngî dide weşana televîzyonî û her hefte 2 bernameyên taybet amade dike.

Em ji hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistana Îraqê NRT TV re rojên Sêşemê û Înê bernama Kurd Connection pêşkêş dikin.

Dîsa, em bernama Kurdvîzyon ya xwerû Kurmancî jî bona 1HaberVar ya li Amedê re rojên Çarşemê amade dikin.

Pişka Kurdî di nav vê salê de bernameyên nû yên televîzyonê zêde kirine programên wek Mêvan û Mijar, Rojev û Çavê Washington.

VOA Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî û du rûlerên Facebookê yên bi heman awayî weşan û bernameyên xwe belav dike.

Berpirsa Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Xanim Fexrîya Doskî ye ku ji damezrandina Pişka Kurdî ya vir ve li radyoyê kar dike.

Vê gave, xencî xebatkarên ku li Washingtonê kar dikin, jimareke peyamhinêrên me li Îraq, Sûrîyê û Tirkîyê ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî guhdarên me pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.

XS
SM
MD
LG