Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

VOA û RFERL Kuştina Rojnamevanên Xwe di Êrîşa Xwekujî ya Afganistanê de Şermezar Dikin


Dîrektora Dengê Amerîka (VOA) Amanda Bennet jî mesajek weşand û jibo kuştina rojnamevanên RFERL li Afhanistanê sersaxî ji serokê wê Thomas Kent re xwest.

Bennet êrîş şermezar kir û wek kiryareke hovane û tirsonek ya dijî kesên ne şerker bi nav kir.

“Dema 3ê Gulanê, Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanî nêzîk dibe, ev trajedî tîne bîra me ku rojnamevanan jibo anîna nûçeyên rastîn, bêalî û pêbawer bi xeterîyên çi rengî rûbirû dîmînin,”Bennet got.

Radyoya Ewrupaya Azad/Radyoya Azadî (Radio Free Europe/Radio Liberty/RFERL) ragihand ku di êrîşa xwekujî ya îro de sê rojnamevanên wê hatine kuştin.

RFERL ragihand ku xebatkarên wê Abadullah Hananzai û Abawoon Kakar û rojnamevan Maharram Durrani, ku li ber bû di Gulanê de dest bi kar bikira, di êrîşa xwekujî ya îro de hatin kuştin.

Serokê RFERL Thomas Kent bi peyameke nivîskî êrîş şermezar kir û sersaxî ji malbata rojnamevamên kuştî re xwest.

“Em bi nûçeya kuştina nûçegîhanên xwe yên wêrek û dilsoz pir xemgîn in. Em hemî dizanin ku rojnamegerên RFE/RL di cîhên metirsîdar de hewil didin ku erkên xwe bi cîh bînin. Lê, reşbûyerên wek îro nîşan didin ku xeterîyên heyî carna pir nêzîk in û berdela wan jî pir giran e,” Kent got.

Kent da zanîn ku RFE/RLniha ketiye bizavê ku alîkarîya malbatên rojnamevanên kuştî bike û alîkarî ji wan re bicivîne.

XS
SM
MD
LG