Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnameya De Volkskrant: Îstîxbaratên Rûsî û Çînî Ajansa Dermanên Ewrupî Hack Kirine


Navenda Ajansa Dermanên Ewrupî (EMA)
Navenda Ajansa Dermanên Ewrupî (EMA)

Rojnameya Hollandî De Volkskrant îro Şemîyê ragihand ku êrişên sîber yên dijî Ajansa Dermanên Ewrupî (EMA) yên sala borî ji hêla sazîyeke îstixbarata Rûsî û sîxurên Çînî hatine kirin.

Rojnamê, ji zarê çavkanîyên nêzî lêpirsînan ev nûçe ragihand.

EMA di mijarê de dîyar kiribû ku di encama êrîşeke sîber de belgeyên têkildarî vaksîn û dermanên COVID-19 hatine dizîn û li ser înternetê belav bûne.

Ajansa EMA ku navenda wê li Amsterdamê ye, di derbarê bûyerê de bi karbidestên ewlehîya Hollandî û Ewrupî re lêpirsîn dabû destpêkirin.

Lê, heya niha hûrgulî ranegihandine.

Wezareta Derve ya Rûsya îro bersîva daxwaza şîrovekirina ragihandinê neda,lê Moskow bi gelemperî îdayên rojavayî yên hackkirinê red dike.

Wezareta derve ya Çînê jî derbarê heman ragihandinê de heya niha ti daxuyanî dîyar nekirîye.

Pekînê berê gotibû ku ew bi tundî dijî her cûreyên êrîşên sîber e.

Rojnameya De Volkskrant di raporta xwe ragihand ku EMA di nîvê yeka 2020'an de ji hêla sîxurên Çînî ve hatiye armanc kirin, pişt re îstixbarata Rûsî êrîş kiriye.

Berdevka EMA Monika Benstetter li ser ragihandinê got ku ji alîyê karbidestên ewlehîyê ve lêpirsîneke berdewam dike û EMA bê guman bi tevahî hevkarîyê dike.





XS
SM
MD
LG