Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen Serdana Ukrayna Dike


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Sêşemê jibo pîrozkirina Roja Serketinê ya Ewrupa serdana Kîev ya paytexta Ukrayna dike.

Ev serdana Leyen li vê demê rast tê ku Moskow jî jibo Roja Serketinê di hazirîyan de ye.

Von der Leyen jibo hevdîtina bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bi trenekê ji Polonya derbazî welêt bû.

Rûsya û dewletên berê yên Yekîtîya Sovyetê di 9’ê Gulanê de Roja Serketinê pîroz dikin.

Zelenskyy do Duşemê ragihand ku wî bo ew di 8’ê Gulanê de bi awayekî fermî Şerê Cîhanê yê Duyê bi bîr bînin bernivîsek daye parlamanê.

Wî dîyar kir ku ewê 9’ê Gulanê jî wek rojeke din ya Ewrupa pîroz bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG