Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen Dibêje Ew jibo Berevanîyê Piştgirîyeke Xurt Didin Îsraîlê


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Çarşemê dîyar kir ku kiryarên Hamasê yên dijî Îsraîlê kiryarên şer in.

Von der Leyen got ku mafê Îsraîlê heye ku li hember kiryarên Hamasê berevanîya xwe bike û dîyar kir ku ew piştgirîyeke tam didin berevanîyê.

Wê got ku ew dixwaze ku piştgirîya diravî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo projeyên Filistînî jinûve were nirxandin.

Ji alîyê dinve Papa Francis jibo dîlgirtîyên di destê Hamasê de banga berdana demûdest kir.

Papa Francis dîyar kir ku ew jibo dorpêça li ser Gaza jî ketiye fikaran.

Wî got ku kesên bi êrîşan re rûbirû mane dikarin berevanîya xwe bikin, lê got ku li Gaza gelek qurbanîyên masum hene.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG