Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Her Meh Nivîskar û Xwendevan Digihejin Hevdu


Izan Literary Activity in Ankara
Izan Literary Activity in Ankara

Piştî ku bergirîyên pandemîyê hete sist kirin li Enqerê hejmarê çalakîyan jî zêdetir bû.

Weşanxana Îzan, li Enqerê her meh di Şemîya sisêyan de bi festîvala pirtûkan nîvîskar û xwendevana dicivîne.

Armanca vê çalakîyê ew e ku nivîskar bi nivîskarên din re bicivin û xwendevan jî rasterast bi nivîskaran re têkilî deynin.

Ev çalakîya lihevanîna xwendevan û nivîskaran her meh careke tê çêkirin. Di vê çalakîyê de nivîskar jî bi panêl û gotûbêjan hestên xwe digîhîjînin xwendevan.

Ahmet Îzan
Ahmet Îzan

Xwedîyê Weşanxana Îzan Ahmet Îzan, ji Dengê Amerîka re qala naveroka vê çalakîyê kir û got ku ew ana xiyalê xwe bi vê çalakîyê cîbicî dike. Îzan di vî warî de xemginî û dilxweşîya xwe jî wiha anî ziman:

“Ez li Enqerê ji dayîk bû û mezin bûm. Enqere her gav di warê wêjeyê de bajerekî girîng bû. Di dema cîwanîya me de gelek çalakî dihatin çêkirin. Lê di van demê dawî de mixabîn ji van qet tiştek nema. Xiyalekî min hebû, min dixwat ez evî zindî bikim û ana jî ez vî xiyalê xwe cîbicî dikim.”

Li ber rewşa aborîya Tirkiyê gelek weşanxaneyan îflas kir an jî li gel bê derfetîyan gelek weşanxane hatine girtin. Ahmet Îzan gava vê yekê dinîrxîne radigîhîne ku bilindbûna dovîz bandoreke gelek nebaş li ser wan jî daye. Îzan weşana pirtûkan û rewşa aborîyê jî wiha dîyar dike:

“Rewşa aborîyê li Tirkiyê her ku diçe xirab dibe. Bi vê ne vê bandora wî yekser li ser me jî dibe. Kaxiz tevahî li ser dolara e. Dema dolar bilind dibe kaxiz û avnûsk jî bilind dibe. Ev yek jî me weşanxaneyan dike tengasîyê.”

Rewşa aborîy her çiqas xirab be jî lê di nav 3 salan de Weşanxana Îzan ser 400’î pirtûk weşandîye. Xudanê weşanxanê Ahmet Îzan li ser tengbûna nivîskaran jî disekine û wiha dibêje:

“Pirsgirêka nivîskaran wek nivîs were dîtin jî lê ya hîmî weşandina pirtûkê ye. Nivîskar di dema nivîsînê de tengezarî dibin lê mixabîn di dema weşandinê de bêtir tengezarî dibin. Armanca min jî ewe ku di dema weşanê de hevkarîya nivîskaran bikim.”

Di vê festîvalê de ya herî girîng weşanxane bi derfetên xwe alîkarî dide nivîskaran û pirtûkên wan çapdike û digîhîjîne xwendevan. Xwendevan jî ji vê yekê gelek dilxweşîne.

ED_08_06_2022_Enqere_Pirtuk_Weşanxane
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG