Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin ragihand ku ewê di hefteya pêş de yekîneyên xwe ji Bakhmut yê li rojhilata Ukrayna vekişîne.
Prigozhin di rojên borî de ji bang li Moskowê kiribû ku pirtir çekan bişîne Bakhmutê.
Ew dîyar dike ku cebilxaneya li Bakhmutê têra wan nake ku bikanibin li wir bimînin.
Tevî ku cîhekî biçûk e jî Rûsya bi mehan e hewil dide ew bajarok kontrolbike.
10’ê Gulanê Roja Serketinê ya Rûsya ye û Prigozhin dibêje ku wî jibo pîrozbahîyên wê rojê qebûl kiriye ku hêzên wî heta wê çaxê li wir bimînin.
Li gor texmîna Prigozhin, Ukrayna dê di 15’ê Gulanê de dest bi êrîşê bike ku tank û top dikarin piştî barana biharê li axa hişk pêşve herin.
Jêder: AFP