Serokê Koma Wagner dixwaze Rûsya ji Ukraynayê derkeve,Yevgeny Prigozhin roja Îniyê li ser Telegramê nivîsand, dema "dawiya bi hêz" a şerê li Ukraynayê hatiye. Wî got ku "hikûmet û civata Rûsî aniha pêdivî bi dawîbûnek bi hêz" ji şerê li Ukraynayê re heye.
Wî got, "Rûsyayê encamên ku dixwest bi dest xistin" û "piraniya rûniştvanên zelamên çalakên Ukraynayê ji nav birin û yên mayî tirsandine", û nekarî ye behsa serketinên Ukraynayê li ser Rûsyayê bike.
Di vê navberê de, roja Înê di êrîşeke asmanî ya Rûsî de li bajarê Slovyansk li rojhilatê Ukraynayê, li bakurê rojavayê Baxmutê, herî kêm heşt kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
hakimê Donetskê Pavlo Kyrylenko gote televîzyona neteweyî ku 7 mûşek avêtine bajêr. Li gorî zanyarîyên polîsên neteweyî yên Ukraynayê, mûşekên S-300 li 10 avahiyên şiqe û cihên din ketine. Piştî êrîşê du qatên avahiyeke 5 qatî hilweşiyan. Tîmên rizgarkirinê li kesên sax digeriyan.
Yasaya Leşkerîkirina Neçar ya Rûsyayê
Êrîşên herî dawî di demekê de tên ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Înê pirojeyasayek îmze kir ku destûrê dide rayedaran beyannameyên leşkerkirina elektronîkî bidin. Evê yasayê xembarî zêde kir ku renge Rûsya planeke din bo berhevkirina leşkerî dike.
Berê, yasaya Rûsî pêdivî bû ku beyannameyên leşkeriyê bi dest hatibane radestkirin, û ev yek bû sedem ku hin Rûsî ji pirojeyasayê dûr bikevin û ji malên xwe dûr bimînin.
Li gorî yasaya nû, dema ku beyannameyên leşkerkirina neçar bi elektronîk bên şandin yekser tê çalakkirin. Her wiha di yasayê de kesên ku leşkeriya neçar dikin ji derketina derveyî welat qedexe dibin û ew yasa destûrê dide rayedaran ku belgeyên wan yên şofêrîyê rawestînin eger qebûl neken leşkeriya neçar bikin.
Di meha Îlonê de, Putin nêzîkî 300,000 kes weke leşker berhevkirine ji bo ku li Ukraynayê şer bikin. Ajansa Associated Press radigihîne jiber vê fermanê tê pêşbînî kirin ku bi sed hezaran zelamên Rûsî koç bikin.
Vekişîn ji Baxmutê
Li bajarê Baxmût yê ku di keve li rojhilatê Ûkraynayê, şer her ku diçe giran dibe. Li gorî ajansa Reutersê, vekoleran roja Îniyê got ku hêzên Ukraynayê li wir hewil didin ku li dijî êrîşa sê alî ya rêkxistî ya hêzên Kremlînê û li dijî hewildanên Rûsî yên ji bo girtina kelûpelên leşkerên Ukraynayê paşve bixin.
Wezareta Berevanîya Brîtanya di nûvekirina xwe ya îstixbaratî ya roja Înîyê de nivîsî ku leşkerên Ukraynayê neçar bûne ku ji beşên Baxmut vekişin piştî êrîşa nû ya Rûsyayê li ser bajarê wêrankirî. Li gorî nûvekirinê, "Rûsya ji nû êrîşa xwe li ser bajarokê Baxmut ê Herêma Donetsk bihêz kir, ji ber ku hêzên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û Koma Wagner hevkarî çêtir kirin."
Karbidestên Ukraynî dibêjin, Rûsya hêzên xwe ji deverên din yên li pêşîn vedikişîne ji bo ku êrîşeke mezin li ser Baxmut bike, ku Moskow ev neh meh in hewl dide bigre
Çekên Çînê
Di pêşhatên din ên girîng de, Wezîrê Derve yê Çînê Qin Gang roja Îniyê got, ku welatê wî çekan na firoşe Rûsya û Ukrayna. Soza wî bersivek bû ji nîgeranîyên rojavayî re ku Pekîn dikare di warê leşkerî de alîkariya Rûsyayê bike.
Çînê bêalîbûna xwe di pevçûnê de destnîşan kir, di heman demê de welatên Rojavayî li dijî Moskowê sizayan di sepînin.
Kargeha Navokî ya Zaporizhzhia
Hêzên Rûsî hejareke mezin ya alav û pêdiviyên avê anîn Kargeha Navokî ya Zaporizhzhia (ZNPP), ku wan li başûrê rojhilatê Ukraynayê piştî dagirkirina sala borî bi dest xistibû, ajansa etomî ya dewletê ya Kyiv, Energoatom, roja Îniyê got.
Ajansê got ku ev çalakî dibe ku wê nîşan bide ku Rûsya xwe amade dike ku karmendan li hundur bihêle ji ber kêmbûna giran a karmendên jêhatî li mezintirîn Kargeha Navokî ya Ewropî û pêşbînî kirina êrişa dijberî ya Ukraynayê.
Serjêkirina Serbazekî Zelenskyy
Zelenskyy roja Îniyê di twîteke xwe de spasiya Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak kir ku "sêdaredana nemirovî" ya leşkerekî Ukraynayê şermezar kir. wî got "Divê em bi hev re êrîşkar rawestînin û dawî li terorê bînin".
Karbidestên Ukraynayê roja Çarşemê vekolînek li ser vîdyoyek li ser medyaya civakî vekir ku tê îdiakirin ku yek ji leşkerên Kyiv tê serjêkirin.
Ajansên nûçeyan nekarîn rastiya vîdyoyê piştrast bikin. Zelenskyy da zanîn ku di vîdeoyê de "sêdaredana êxsîrekî Ukraynayî" tê nîşandan û wiha got: "Divê her kes bersivdanekê nîşan bide. Li bendê nebin ku bi borîna dem ev yek dê were jibîrkirin."