Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo, ku bi destdirêjîya seksî tê tawanbar kirin, dîyar kir ku ewê ji karê xwe venekişe.
Andrew Cumo da zanîn ku niha eyalet jiber vîrusa korona di rewişeke krîtîk de ye û ew karên vaksînê dimeşîne.
‘’Însanên vê dewletê min 40 sal in nas dikin. Li benda rastîyan bimînin. New Yorkî, bo xwedanfikir bin divê li benda bidawîbûna lêpirsînê bin.’’ Cuomo got.
Meclîsa Eyaleta New Yorkê bo lêpirsîna ser împîçkirina Cuomo destûr da.
Serokê Meclîsa Eyaleta New Yorkê dîyar kir ku wî destûr daye komîsyona hiqûqê ya eyaletê ku des bi lêpirsîna îdiayên ser destdirêjîya seksî ya Cuomo ya dijî şeş jinan bike.
55 endamên Demokrat Meclîsa Eyaleta New Yorkê bang li Cuomo kiribûn ku karvekişîna xwe ragihîne û li dû wî endamên Civata Nûneran jî piştgirî dabûn wê bangê.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psakî jî dîyar kir ku Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris piştgirîyê didin vebûna lêpirsîna dijî Cuomo.