Tîma çavdêriya rewşa saxlemiya serok Trump dibêje "Rewşa tendirustiya Donald Trump, serokê Amerîka berdewam ber bi başiyê ve ye. "
Dr. Brian Garibaldi, pisporê rewşên krîtîk yê sîh û mêlakan gotiye, serok Trump bo cara duyê çareseriya "biremdesivir" wergitîye tevî ku wecbeya yekê ya dexamethasone(ku bi şêweke giştî di rewşên sivik û yên nerm û navîn de yên tûşbûyên vîrusa korona da nayê dan) ku roja Şemiyê wergirtbû û nîşneke xerab weke derencamên herdu caran "ku em bişên destnîşan bikin" xweya nebûne.
Garibaldi û Dr. Sean Conley dixtorê taybet yê serok Trump, roja Yekşemê li nexweşxana leşkerî ya Walter Reed ya nêzîk Washingtona paytext ku çavdêriya serok Trump dikin piştî ku rastî COVID-19 hatî gote rojnamevnana, eger rewşa weha dom bike, serok Trump dikare herî zû roja Duşemê ji nexweşxanê derkeve û vegere Qesra Spî û kursê 5-rojî ya çareseriya remdesivir û çareseriyên din yên destdayî berdewam bike.
Dr. Sean Conley got "bo car duyê dema ez li gel Serok Trump axiftîm, rewşa wî ber bi başiyê da ye, weke hemû cûrên nexweşiyeke din başî û xerabî tê dikevin".
Tîma çavdêr ya saxlemiya serok Trump dide zanîn ku di van çend rojên borî da asta wergirtina oksicînî ya serok 2 caran hatiye xwar, Dr. Sean Conley got, asta oksicê ya serok roja Şemiyê 93ê bû û hest bi tengenefesiyê nekirîye.