Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Wanê li Tirkiyê Bûye Deriyê Gehiştina Penaberan


Arşîv: Penaberên Afganî
Arşîv: Penaberên Afganî

Enqere, 18ê Temuzê (Reuters). Berpirsên Tirkiyê didin zanîn ku di maweyê 2 rojan de Tirkiyê 133 penaber desteser kirine li nêzîk sinorî hevpar bi Îranê re.

Tirkiyê 133 penaberên nerewa girtine ku pirraniya wan xelkê Afgansitanê ne, wezareta karê hundurin ya Tirkiyê dide zanîn ku di 2 rojên derbazbûyî de wan li ser sinorên başûr hejmarek penaber desteser kirine, piştî ku alozî û tundûtîjî li Afganistanê zêde dibin.

Destihata Tirkiyê, li herêma Wanê li rojhilatê welat, roja Şemiyê 73 penaberên Afganî desteser kirbûn, herwiha roja Yekşemê jî 60 penaberên din desteser kirin ku di nav wan de 59 jê welatiyên Afanistanî bûn.

Metirsî heye ku hejmara penaberên Afganî yên xwe digehînin Tirkiyê di di hefteyên dawiyê de zêdebûne bibin, di wî çaxî de ku nakokî di navbera hikûmeta Kabul û tevgera Talîbanê de zêde dibin, piştî ku hêzên Amerîkî û yên NATO ji wî welatî vedikişin.

Li gur ajansa Netewên Yekbûyî ya Penaberan ji meha Gulana îsal heta niha 270, 000 koçber di nava axa Afganistanê de zêdebûne. Ev jî dide zanîn ku ji egera zêdebûna koçberiyê heta niha li wî welatî 3.5 mîlyon kes neçarbûne mal û warên xwe bicih bihêlin.

Meha borî wezareta Derve ya Trikiyê, Afghanistan û Îranê li Yaneya Dîplomasî li Antalya civîn encam dabûn, derbarê ewlekarî, anerjî û penaberan de danûstandin pêkanî bûn.

Çavkaniyên dîplomasî yên Tirkiyê dan eşkere kirin ku mîkanîzmek zelal di navbera Tirkiyê û Îranê de nîne di derheqa penaberên ji Afganistanê tên, ev jî çareseriya ewlekariyê dixwaze li ser dirêjahiya sinorê hevpar li gel Îranê.

Tirkiyê niha mêhvandariya nêzî 4 mîlyon penaberan dike ku pirraniya wan ji Sûriyê ne, û welatê herî zêde li cîhanê penaber lê hatine vehewandin.

XS
SM
MD
LG