Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP û AKP Derbarê Biryara YSK'ê li Wanê li Dij Berbijarê DEM Partî Çi Dibêjin?


Aligirên DEM Parti
Aligirên DEM Parti

Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk ser bûyerên li Wanê got ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) wê biryara dawî bide.

Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê îro Sêşemê dîyar kiribû ku serketîyê hilbijartinên herêmî, Berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan jiber sînordarkirina mafan nikare mazbata bistîne, û mazbata dabû Berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinan de li rêza duyê bû.

Çelîk dîyar kir ku komîsyona hilbijartinê ya Wanê jiber sînordarkirina mafên hilbijartinê biryareke wisa daye û got ku hikûmet nikare rastexwe mudaxale li vê mijarê bike.

‘’Ev mijar mijareke hiqûqî ye. Ger dixwazin îtirazê bikin mekanîzmayên îtirazê dîyar in. Mafdar bin jixwe encam wê wek daxwaza wan be.’’

Wî got ku divê peyvajo li gor hiqûqê bimeşe û hemwelatî bi rêkên dijî demokrasîyê tundûtûjîyê girjîyê gur nekin.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ser biryara derbarê Abdullah Zeydan bertek nîşan da.

Îmaoglu dîyar kir ku nasnekirina îradeya gelê Wanê nayê qebûl kirin.

‘’Em mecbûr in ku li hêla demokrasîyê bisekinin û dijî xirabkirina hilbijartinan bi rêka biryarên dadgehê, ku armancên wan sîyasî ne, bertekan nîşan bidin.’’

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel dîyar kir ku kemîn danîne pêşîya îradeya gelê Wanê.

Ozel got ku deynê stûyê wan e ku ew li ber îradeya gelê Wanê rêzdar bin.

Di hilbijartinên roja Yekşemê de berbijarê DEM Partî Zeydan 55,48 ji sedê dengan û berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas jî 27,15 ji sedê dengan sitandibûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku DEM Partî li Wanê li hemî bajarokan jî bi ser ketibû ku li Tirkîyê tekane cihê ku di destê partîyekê de ew bajar bû.

XS
SM
MD
LG