Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Komeleya DÎSA-DER Kongira Xwe li Dar Xist


Di dema Rewşa Awerte ya sala 2016’an de, Komlela Zimanê Kurdî (Kurdî-DER) ya Şaxa Wanê hatibû girtin.

Piştî Rewşa Awarte rabû, Lêkolîna Çand û Huner a Ziman (DÎSA-DER) li cîhê Kurdî-DER’ê vebû.

DÎSA-DER îro vekirina xwe fermî bi kongireyekê ragihand. DÎSA-DER) kongireya xwe ya yekê li Salona Civîna Platformê ya Şaxa KESK’ê ya Wanê pêk anî.

Nûnerên HDP’ê, BDP’ê, PAK’ê, EMEP’ê û jimareke sazî beşdarî kongirê bûn.

Xwedîyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî axaftina xwe de got ku di vê demê de hem vekirina DÎSA-DERê, hem jî lihevhatina partîyên Kurdan ya ser tekoşîna zimanê Kurdî pêngaveke girîng e.

“Di encama zextên dewletê de, hemî sazîyên Kurdî hatin girtin, lê niha hêdî hêdî dîsa tên vekirin. Di demeke wisa de avakirina sazîyek ziman û lidarxistina kongirê gelek giring bû. Tê zanîn ku partîyên Kurdan bi yekdengî biryar da ku li zimane Kurdî xwedî derkevin. Ev pengavek gelek girîng e.”

Revebira DÎSA-DERê Evîn Aydin jî got ku ew bi gelê Wanê re xebata zimanê Kurdî bikin.

“Piştî Kurdî-DER hat girtin, em niha bi navê DÎSA-DER perwerdeya zimanê Kurdî berdewam dikin. Banga me ew e ku gelê Wanê beşdarî perwerdeya Kurdî be.”

Di kongirê de Medîne Karaman û Naîm Ozden wek hevserokên komelê hatin hilbijartin û herwiha desteya rêvebir ji 14 kesan hat damezrandin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00

XS
SM
MD
LG