Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wan jibo Maxdurên Erdheja Îzmîrê Alîkarî Dişîne


Odeya Mîmar û Endezyaran (IMO) ya şaxê Wanê bo kesên ku ji erdheja Îzmîrê zararê dîtîne, dest bi kempeyna alîkarîyê kir.

Endamên IMO yên li bajarê Wanê, Betlîsê, Colemêrgê û Agirî beştarî kempeyna alîkarîyê bûn.

Serokê IMO Wanê Firat Durmaz got ku di erdheja Wanê de ji her derê Tirkîyê alîkarî ii wan re hatibû û vê carê jî dora wan e ku alîkarî bidin Îzmîrê.

Firat Durmaz
Firat Durmaz

“Mîna erdheja Wanê, me li Îzmîrê jî dît ku zarok, jin û tevahîya rûniştvanên wê derê maxdur bûne. Em jiber vê rewşê pir xemgîn in. Em bawer dikin ku kempeyna me ya alîkarê dê mezin bibe û bigihe armanca xwe.”

Durmaz dibêje ku wan tekilî bi rêvebirên IMO yên Îzmîrê danîne û li gor pêdivîyên ku wan gotiye, alîkarîyê berhev dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 30’ê Cotmehê de li Îzmîrê bi pileya 6.6 erdhejek pêk hatibû û 114 kes canên xwe ji dest dabûn.

Li gor agahîyên Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê (AFAD) ya hikûmeta Tirkîyê, jiber erdheja wêrankar hezaran kes li konan dimînin.

AA_11_20_20_IMO_Wan_Îzmîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG