Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Rojnamevanên Ser Kar li Wanê Hate Pîroz Kirin


Li Wanê jî bi vê mebestê ji alîyê Odeya Dîkandar û Pîşekaran ve bo rojnamevanên li bajêr bi ser kar, taştî hate dayîn.

Taştî di salona xwaringehekî de bi beşdarîya gelek rojnamevanan bi rêve çû.

Rojnamevan Adîl Harmanci ku salên 1990'an heya îro li heremê rojnamegerîyê dike, got ku ger li Tirkîyê sîyaseta demokratîk pêş bikeve wê çaxê rojnamevan jî dê bikarin azad karê xwe bikin.

Rojnamevan Oktay Candemîr ku wî jî di sala 2003’an de dest bi rojnamevanîyê kiriye û ji ber hin nûçeyan, saleke li girtîgehê maye, dibêje ku rojnamegerî girêdayî civaka ku lê tê jîyan kirin e.

"Li Stenbolê rojnamegerî cûdaye li vê heremê cûdayê. Belkî li wê derê hindiktir doz tên vekirin. Lê li vê derê pir pevçûn çêdibin, mafên mirovan tên binpê kirin, bikaranîna tiryakê gelek zêde ye, tundîya li ser jinan, herwiha pirsgirêkên gelek giran tên jîyan kirin û em di cihek wiha de rojnamevanî dikin. Divê em van tiştên tên jîyan kirin, ji civakê re ragihînin. Ev peywira me ye.”

Hêjayî gotinê ye ku li gorî Sendîkeya Rojnamevanên Tirkîye (TGS), 141 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Herî dawî jî li Wanê ji rojnamevan Îdrîs Yilmaz re 6 sal û 3 meh cezayê zindanê hatibû birîn.

AA_01_10_2019_Rojnamevanên_Ser_Kar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG