Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 2 Xort jiber Karanîna Tiryakê Canê Xwe ji Dest Dan


Li Wanê 2 Xort jiber Kar Anîna Tiryakê Canê Xwe ji Dest Dan

Li Wanê kar anîna tiryakê zêde bûye û herî dawî li bajarokê Rêya Armuşê (Îpekyolu) 2 xort jiber tîryakê li otelekê jîyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku malbata wan dane, êvara Sêşemê xortên bi navê Can Aslan û Birader Aslan ku pismamên hevdu bûn, hinda bûbûn û ew roja din serê sibê li otelekê mirî hatibûn dîtin.

Li gor rapora otopsîyê, her du xortan cara ewil tiryak bi kar anîyê û leşê wan tiryak ranekiriye û wan jîyana xwe ji dest daye. Derbarê bûyerê de kesek hatiye desteser kirin û lêpirsîn berdevam dike.

Serokê Komela Bila Rengê Jîyanê Neçilmise, Osman Turgut got ku mixabin li bajêr karanîna tiryakê zêde dibe.

“Em bi mirina her du ciwanan pir xemgîn bûn. Em dixwazin malbat divî warî der kêmahîyên xwe bibîn û baldar tevbigerin.”

Li gor daneyên komale, mehê dora 300-350 kes jiber nexweşîya tiryakê serî li nexweşxaneyên bajêr didin.

“Çawa ku nexweşîyên tansîyon û şeker tên derman kirin, ev nexweşî jî tên derman kirin û divê nexweşên tiryakê şerm nekin û serî li nexweşxanê bidin,” Turgut got.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Wanê li ser sînorê Îranê ye û piranî tiryak ji vir derbazî nava Tirkîyê û Ewrupayê dibe.

Li gor pêzanînên rêvebirîya ewlehîya Wanê di nava sala 2021’an de nêzî 6 ton tiryak hatine girtin û 311 qaçaxcî jî hatine zîndan kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG