Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Amerîka Hişyarî Derbarê Êrîşa Terorîstî û Cihê Wê Dabû Moskow


Dîmeneke hola Crocus City li Moskow piştî êrîşa 22'ê Adarê.
Dîmeneke hola Crocus City li Moskow piştî êrîşa 22'ê Adarê.

Rojnameya Washington Post li ser zarê çend karbidestên Amerîka ragihand ku Amerîka hişyarî derbarê êrîşeke terorîstî li Moskowê dabû hikûmeta Rûsyayê.

Karbidestên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin ji rojnameyê re got ku du hefteyan berî êrîşa li holeke konsertan li Moskowê, hikûmeta Amerîkî hişyarîyeke ast bilind dabû Rûsyayê ku rêxistina DAIŞ’ê plana pêkanîna êrîşeke terorîst dikir. Karbidest dibêjin Amerîka herwiha navê Crocus City, hola konsertan, wekî armanca êrîşeke pêkan destnîşan kiribû.

Di êrîşa 22’ê Adarê de bêtirî 140 kesan hatin kuştin. Şaxekî DAIŞ’ê ku li Afganistan û Pakistanê çalak e, berpirsîya xwe hember vê êrîşê ragihand.

Raport dibêje ne diyar e çima Rûsya hişyarîya Amerîka berî êrîşê bi awayekî cidî wernegirt. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî berî êrîşê gotibû ku hişyarîya Amerîka hewildanek e jibo “tirsandin û têkbirina aramîya civaka me.”

Sergei Naryshkin, serokê Ajansa Zanyarî ya Biyanî li Rûsyayê, roja Sêşemê ji rojnamevanan re li Moskowê got ku agahîyên Amerîka parve kiribû “giştî bûn û rê neda me ku bi tevahî kesên ku ev êrîşa hovane kirine destnîşan bikin.”

Li jêr siyaseta bi navê "erkê hişyarîkirinê," Washington hergav agahîyên hestiyar derbarê êrîşên terorîstî yên pêkan ligel hikûmetên biyanî parve dike. Wekî mînak, Amerîka berî du mehan hişyarî gihandibû hikûmeta Îranê ku DAIŞ plana êrîşekê li wir dikir. Di meha yekê de du êrîşên xwekuj li bajarê Kerman yê Îranê pêk hat û di encamê de bi kêmî 95 kes hatin kuştin.

Jêder: Washington Post

XS
SM
MD
LG