Rêvebirîya Amerîkî îro Çarşemê çar leşkerên Rûsî bi sûcên şer yên dijî hemwelatîyekî Amerîkîyekî tawanbar kir.
Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand ku di qanûna sûcên şer de cara pêşî tawanbarkirinek çêdibe.
Di îdianamayê 9 rûpelî de, 4 Rûs bi êşkence, kiryarên dijî mirovahîyê, komployên jibo tawanên şer û kiryarên dijî hiqûqê têne tawanbar kirin.
Wezîrê Dadê yê Amerîka Merrick Garland got ku hem cîhan hem jî Wezareta Dadê ya Amerîka bûne dîdevanên ‘’hovîtîya’’ Rûsya ya li Ukrayna.
Garland dîyar kir ku Wezareta Dadê jiber tawanên ‘’kirêt’’ yên dijî Amerîkîyekî cara pêşî îdianameyeke tawanên şer dît.
Di îdianameyê de navên Seiranovich Mkrtchhyan û Dmitry Budnik derbaz dibin û yek Valerii û yek jî Nazar, ya du Rûsîyan jî bi tenê navên wan hatin dayîn.
Navê hemwelatîya Amerîka di îdianameyê de nehat eşkere kirin.
Li gor îdianameyan wan 4 Rûsî hemwelatîyê Amerîkî xistine ber pirsan, li wî dane û êşkence kirine.
Wezareta Dadê ragihand ku qurbanî herwiha bi kuştinê jî hatiye tehdît kirin.
Serdozgera Herêma Rojhilat ya Virginia Jessica Aber, ku serdozgera wê herêma îdianameyê ye, dîyar kir ku bi tawanên di îdianameyê de ne bi tenê Peymana Cenevre, qanûnên Amerîka jî hatine binpê kirin.