Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku Hamas li nexweşxaneyan û li dibistanan bi cîh dibe û jibo hemî sivîlan xeterîyan çêdike.
Blinken ji kanala ABC re dîyar kir ku li tunelên li binê Nexweşxaneya El Şîfa navendên fermandarîyê hene.
Li ser pirsa Amerîka wê piştgirîyê bide nêrîna Îsraîlê ya li mayîna li Gazayê ne got ku ewê wisa piştgirîyê nedin.
Blinken dîyar kir ku çawa ku ew naxwazin ku Gaza bibe platforma êrîşên terorê, ew naxwazin li Gaza dagirkerîya nû ya Îsraîlê hebe.
Hevdem, karbidestên Îsraîlî ragihand ku kabîneya şer îro bi yekdengî biryar da ku pêdivîyên mirovahî bişîne Gazayê.
Li gor heman karbidestan Îsraîl wê rojane du tankerên mazotê bişîne Neteweyên Yekbûyî ku di binesazîya av û kanalîzasyonê li herêma dorpêçkirî bi kar bîne.
Îsraîlê ji êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê vir ve şandina şewitê ji Gaza re qedexe kiriye.
Karbidestên Îsraîlî ku nexwest navên xwe eşkere bikin, got ku ew biryar li ser daxwaza Amerîka hatiye girtin.