Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên Amerîkî Red Dikin ku li Qandîlê Civînek bi PKK'ê re Çêbûye


Çekdarên PKK’ê

Wezareta Derve ya Amerîka ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku di navbera Amerîka û PKK’ê de ti civîn çênebûne.

“Îdiayên pêkanîna civînekê bi ti awayî ne rast in. Civîneke wiha pêk mehatiye,” berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka wek bersîva pirsa VOA got.

Jêderekî leşkerîya Amerîkî jî, dîsa wek bersîva pirsa Beşa Kurdî ya VOA red kir ku kombûnek çêbûye.

"Civîneke wiha pêk nehat. Ew nûçebi tevahî derew e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku hin malperên Herêma Kurdistana Îraqê îdia kiribû ku şandeyeke Amerîkî çûye Çîyayê Qandîlê ku bi rêvebirên PKK’ê re hevdîtinekê bike

XS
SM
MD
LG