Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Ser Kongresê, li Washingtonê Qedexeya Derketina Kolanan Hat Ragihandin


Bajarvana paytext Washingtonlê Muriel Bowser fermana qedexeya derketina kolanan ya ji demjimêr 6ê êvarê da, piştî ku hejmareke mezin yên pîştgirên Serok Donald Trump bê destûr ketin nav avahîya Kongresê.

"Ez îro ferman didim li li seranser bajêr qedexeya derketina kolanan danîn. Qedexeya derketinê îro wê 6ê êvarê destpê bike û heta 6ê sibêha Pêncşemê bidome," Bowser got.

Bajarvana Washingtonê da zanîn ku di demên qedexeyê de nabe kesên ji bilî xwedan destûr li derve bimeşe, li biskîletê sîwar be, bibeze, bigere, li trombolî yan otobusê sîwar be û li kolan, parl yan cîhên giştî be," Bowser got.

Bajarvanê Washingtonê herwiha bang li Zerevanîya Netewî (National Guard) kir ku avahîya Kongresê biparêze û ewlehîya bajêr misoger bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku jiber ketine xwepêşandana ya nav avahîyê û jiber tundîyê, endamên Kongresê ji alîyê polîsan ve ji avahîyê hatine derxistin û rûniştin hatine ragirtin.

XS
SM
MD
LG