Qesira Sipî îro ragihand ku ewê bi Îraqê re, di meha Nîsanê de dîyaloga stratejîk pêk bîne.
Qesira Sipî da zanîn ku ew civîn wê zelal bikin ku hêzên koalîsyonê li Îraqê jibo hînkirin û şêwirmendîya hêzên Îraqî li wî welatî ne ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) nikaribe careke din xwe bi hêz bike.
“Ev dîyalog dê bibe derfeteke girîng ku em berjewendîyên xwe yên dualî yên wek ewlehîya qadên neftê, çand, bazirganî gotûbêj bikin,” berdevka Qesira Sipî Jen Psaki di daxuyanîyekê de got.
Wê bi berdewamî got ku nehêlana vegera DAIŞ girîng e û di van kombûnan de ewê pêgirîya ser wê armancê xurt bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî jibo salvegera duyê ya tekbirina xîlefeta DAIŞ’ê daxuyanîyek weşandibû û gotibû ku koalîsyiona bi pêşengîya Amerîka wê şerê dijî wê rêxistina tundrê bidomîne.
“Tevî ku rizgarkirina heremên li Îraq û Sûrîyê di şerê dijî DAIŞ'ê de qonaxeke girîng bû jî erka me ji temambûnê dûr e. Blinket gotibû.
Wî dabû zanîn ku Amerîka wek endameke dilsoz ya koalîsyonê jibo têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê pêgir e.