Paytexta Amerîka Washington bi pêşengîya bajarvana xwe Muriel Bowser jibo merasîma destpêkirina seroktîya Joe Biden ya di 20'ê mehe yek, Rêbendanê de amedekarîyan dike.
Bowser jibo ewlehî û hevrêzîyek herî baş di navbera gelek sazîyên tekildar in, hewl dide.
Lê, Reveberîya Washington li gelek heremên di nav sînorên xwe de ne xwedîyê desthilatdarîyê ye.
Hevdem, jiber ku Washington D.C. ne eyalet e, heremeke taybet e, walîyê wê tuneye tenê şaredara wê heye.
Bowser ne xwediyê desthilatdarîyê ye ku gazî hêzên Zerevsnîya Netewî ya D.C. bike. Ew maf ji walîyan re hate dayîn, ne ji bajarvanan re.
Ev rewş jî karê Bowser bi taybet di avakirina ewlehîyê de dijwartir dike.
Serok Donald Trump roja Duşemê jibo paytext Washington D.C., biryarnameyeke rewşa awarte ragihand.
Biryarname heya 24'ê Rêbendanê bi bandor e, destûrê dide ku Sazîya Ewlehîya Welat û Ajansa Rêvebirina Rewşa Awarte ya Federal heke pêwist be bi desthilatdarên herêmî re hev hevrêzî bike.
Şaredar Muriel Bowser piştî êrişa hefteya borî ya dijî Kongresê biryarnameyeke wiha daxwaz kiribû.
Têkçûna ewlehîyê ya hefteya borî jibo Washington D.C. nîşan da ku pêdivî ye ku desthilatdarîya rasterast li ser hêza xweya Parastina Neteweyî bi dest xwe bixe û bibe eyaleta 51'an ya Amerîka.
Eleanor Holmes Norton, delegeya bê mafê dengdayînê li ser qanûneke ku wê desthilatdarîyê dide Bowser, dixebite.
Norton roja Duşemê ji AP re ragihand ku ev di navbera têkçûna ewlehîyê û nebûna desthilatdarîya herêmî de, peywendiyeke raserast ya teqez e.
"Parastina Neteweyî ya D.C amade bû. Ew paşve hatin sekinandin, ” wê got.
Serok Trump havîna borî , dema xwepêşandanên dijî neheqîya nijadî û tûndîya polîsan de bûyerên şîdetê derket, hezên Parastina Neteweyî û hêzên din yên federal, li kolanên Washington D.C bicîh kiribû.
Holmes Norton jî piştî wê gava Trump, cara yekê di Hezîrana sala 2020'an de pêşnîyara qanûnê anî rojevê.
Niha daxwazên jibo bicîhkirina hezên Parastina Neteweyî ya D.C divê ji hêla serok ve were pejirandin, lê daxwaz ji fermandariya wezareta Berevanîyê re tê şandin.
Tevî ku jibo tespîtkirina xeletî û derengmayîna di 6'ê Rêbendanê de, lekolîn û lêpirsîn hîn jî didomin, eşkere ye ku di nav rewşek dem-krîtîk ya kujêr de, derengîyeke girêdayî Hêzên Parastina Neteweyî hebû.
Bowser, ku pêşwext hîşyar kiribû ku xwepêşandanên 6'ê Rêbendanê dikare mezin û tund bin, niha bo planeke ewlehîya federal ya yekbûyî dixebite.
Roja Şemîyê, Bowser ji Wezîrê Ewlehîya Navxweyî Chad Wolfe pîvanên ewlehîyê yên zêdekirî û darxistina pêvajoyek hevrêzî ya ku sazîyên Parastin û Dadwerîyê, Kongres û Dadgeha Bilind bi hev re bixebitin, daxwaz kir.
"Bi rêgez û pratîkên sazkirî re lihevhatî, berpirsiyarî ya bingehîn ya hikûmeta federal e ku di van rewşan de ewlehîya milkê federal bike," Bowser nivîsand.
Hevdem, Bowser bang li sazîya Xizmetên Parkên Neteweyî (NPS) kir ku tevahîya daxwazên jibo destûrgirtina xwepêşandanên wê demê red bike.
Sazîya NPS roja Duşemê dîyar kir ku ew jiber gefên ciddî yên dijî mîvanan û parkê,herema Washington Monument heya 24'ê Rêbendanê digire.