Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Washington ya Paytext bi Hezaran Kes Beşdarî Çalakîya Dijî Nijadperestîyê Bûn


Li Washington ya paytext ya Amerîka, bi hezaran kes di çalakîya dijî nijadperestîyê de kom bûn.

Çalakî bo bîranîna Qanûna Mafên Bingehîn, ku li Amerîka yek ji gavên girîng yên ser qedexekirina nijadperestiyê tê qebûl kirin, li dar ket.

Tevî malbata George Floyd yê dema dihat desteser kirin hatibû kuştin, jimareke malbatên Amerîkîyên reş yên ku ji alîyê polîsan ve hatibûn kuştin jî beşdarî çalakîyê bûn.

Xwişka George Floyd, Bridgett Floyd ji xwenîşanderan re got ‘’Dengê birayê min îro nayê bihîstin. Divê em ew deng bin, divê em guherîn bin.’’

Endama Kongresê Ayanna Pressley jî di çalakîyê de axifî.Pressley pesna bizavkarên reş yên berê da û dîyar kir ku ew bi saya karên wan heta îro hatine.

Ew çalakî ji alîyê yek ji rêberên Qanûna Mafên Bingehîn, Al Sharpton û kurê mezin yê Martin Luther King Jr, Martin Luther King III ve hat li dar xistin.

Nasên reşên ji alîyê polîsan ve hatine kuştin, li herêma ku Martin Luther King di sala 1963’an de lê axaftina bi navê ‘’Xeyaleke Min heye’’ kiribû, peyivîn.

Ew kombûna di sala 1963’an de yek jî bûyerên herî girîng yên Amerîka tê qebûl kirin ku bandora wê di ragihadina qanûna dijî nijadperestîyê de çêbûye.

XS
SM
MD
LG