Qedexeya derketina kolanan ya li Washington ya paytext di saet 18:00 de destpê kir.
Alîgirên Serok Donald Trump her çiqas wî bang li wan kir ku vegerin malê jî hîn ji dora Kongres û Qesira Sipî neçûne.
Ew qedexeya derketina derve ya ku Bajarvana Washingtonê Muriel Bowser ragihandibû dê bi demjimêra herêmî heta 06:00 bidome.
Herwiha li Arlington û Alexandria yên Virginia jî, ku nêzî Washingtonê ne, dê derketina derve qedexe be.
Ji alîyê din ve NBC û CNN radigihînin ku jina ku li nêzî Kongresî Amerîkî bi êrîşa çekdar birîndar bûye, jîyana xwe ji dast daye.
Polîsan berê piştrast kiribûn ku jinek birîndar bûye, lê ser bûyerê ti hûrgilî nedabûn.