Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washingtonê Serdana Şandeya Tirk Piştrast Kir


Avahîya Wezareta Derve ya Amerîka
Avahîya Wezareta Derve ya Amerîka

Şandeyeke Tirk bo çareserkirina girjîya di navbera Tirkîye û Amerîka de serdana Washingtonê dike.

Di şandeya Tirk de 9 kes hene û Cgirê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Sedat Onal pêşengîya şandeyê dike.

Reuters’ê ji zarê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert serdana şandeya Tirk piştrast kir, lê neda zanîn ku dê hevdîtinek pêk were yan na.

Berî serdanê, medya Tirk ragihandibû ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkî Mike Pompeo bi rêka telefonê axifîne.

XS
SM
MD
LG