Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dijî Du Karmendên Tehranê Toleyan Radigihîne


Antony Blinken
Antony Blinken

Wezareta Derve ya Amerîka du karmendên Îranê jiber êşkence û hin binpêkirinên din yên mafên mirovan xistin lîsteya reş.

Wezîrê Dervê yê Amerîka Anthony Blinken dîyar kir ku wan her du karmendên girêdayî Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di ser girtîyên sîyasî û hin kesên din yên hatine desteserkirin re êşkence kirine û cezayên giran yên dijî mirovahîyê dane.

Ew toleyên Amerîka li van rojên ku Washington, Tehranê jinûve vedixwîne peymana navokî ya sala 2015’an, rast tê.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû.

Blinken dîyar kir ku ewê binpêkirina mafên mirovan yên li Îranê bişopînin û hesabê wan bipirsin.

Bi toleyên dawî re Ali Hemmattian û Mesud Safdarî û kesên ji malbata wan dê nikaribin derbazî Amerîka bibin.

Rêvebirîya Biden dîyar kiribû ku ew bo peymana navokî hazir in ku bi Îranê re bicivin.

Îran dibêje ku bo ew li peymana navokî vegerin divê Amerîka toleyan sist bike, lê Washington jî dixwaze ku Tehran berê li gor peymanê tevbigere.

XS
SM
MD
LG