Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îsraîlê li Kenara Rojava 4 Kes Kuştin


Xanîyekî ku di êrîşeke hêzên Îsraîlî de hatiye hilweşandin (Bajarokê Tubas, Mijdar 28, 2023)
Xanîyekî ku di êrîşeke hêzên Îsraîlî de hatiye hilweşandin (Bajarokê Tubas, Mijdar 28, 2023)

Ajansa fermî ya Filîstînîyan, WAFA ragihand ku hêzên Îsraîlê îro Çarşemê li Cenîn ya Kenara Rojava ya dagirkirî 4 Filîstînî kuştine ku 2 ji kuştîyan 2 zarok in.

Wezareta Saxlemî ya Filîstînyan jî ragihand ku hêzên Îsraîlî Adam Samer El Gulê 8 salî û Basil Silêman Ebu El Wafa yê 15 salî kuştine.

WAFA çend saet piştî vê daxuyanîyê ragihand ku li kampa Cenînê du Filîstînîyên din hatine kuştin.

Li gor ragihandina WAFA hêzên Îsraîlî termên kuştîyên bi navê Miheme Cemal Zubaîdî û Wissam Zîad Hanun birine.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyanîyê ragihand ku Zubaîdî û Hanun di operasyonên dijî terorê de hatine kuştin.

Artêşa dîyar kir ku Zubeîdî di Cîhada Îslamê de berpirsekî payabilind bûye û wê kiryarên terorî meşandine, êrîşên çekdarî li dar xistine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG