Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên Misirî Dibêjin Dîrektorê CIA Burns Derbazî Qahîre Bûye


Jêderekî ewlekarîyê yê Misirî û sê jêderên li Firîngeha Qahîre dîyar dikin ku Dîrektorê CIA William Burns jibo danûstandinên ser pevçûnên li Gaza derbazî welatê wan bûye.

Misir tevî Qatar û Amerîka jibo agirbesta Gaza û berdana dîlên di destê Hamasê de di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkarîyê dike.

CIA bi polîtîkaya eşkerenekirina rêwîtiya dîrektorê xwe ti şirove nekir.

Misir dawîya meha borî jibo geşkirina danûstandinan ket hin hewildanan.

Qahîre ketiye fikaran ku Îsraîl operasyonê bibe ser Refahê ku nêzî sînorê Misirê ye û pirtir ji 1 mîlyon kes derbazê bûne.

Navbeynkar dibêjin ew li bendê ne ku Hamas ser teklîfa dawî ya jibo agirbest û berdana rehîneyan bersîvê bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG