Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Biryara Barzanî ya Berdana Desthilatê Daxuyanîyek Weşand


Wezareta Derve ya Amerîka îro bi daxuyanîyeke nivîskî kêfxweşîya xwe dîyar kir ku Mesûd Barzanî careke din daxwaza dirêjkirina seroktî nekiriye.

Daxuyanîya ku ji alîyê berdevka wezaretê, Heather Nauert ve hate weşandin, herwiha pesna dengdana parlemana Herêma Kurdistanê dide ku desthilata posta seroktî di nav dezgehên din yên hikûmeta herêmê dabeş dike.

Daxuyanî rola Barzanî bi bîr tîne ku rêberekî dîrokî û wêrek yê gelê xwe ye û herî dawî jî di şerê hevbeş ya tunekirina DAIŞ'ê de.

"Ev biryar herwiha temsîla kiryara karmendîya dewletê ya di demên dijwar de dike," daxuyuanî bal kişand.

Daxuyanî dide zanîn ku Welatên Yekbûyî amade ye bi karîgerî ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî bixebite.

“Hikûmeteke Herêmî ya Kurdistanê ya xurt di nav Îraqeke federal û yekbûyî de bo aramîya dirêjdemî û têkbirina DAIŞê pêdivî ye. Em bang li hemî partîyên Kurd dikin ku bo çareserîya kêşeyên heyî, heta dema mayîn, piştgirîya hikûmeta herêmê bikin û amadekarîya hilbijrtinên nav sala 2018'an bikin.”

Wezareta Derve ya Amerîka bang li hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin rêbertîya nû de dike ku bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, demûdest di bin çarçoveya qanûna bingehîn de dest bi kar bikin.

Wezaret bal dikşîne ku ew ji dîyaloga rojên dawî ya ser kêşeyên ewlehî û banga dawîkirina şerên li hemî enîyan kêfxweş e.

“Emê bi berdewamî piştgirîya rêbertîya xurt ya Serokwezîr Heyder Abadî bikin ku bi hewil dide DAIŞ'ê ji binî ve tune bike û Îraqeke îstiqrar ya piştî DAIŞ'ê ava bike. Em dilgeşîya xwe li ser biryara wî ya destpêkirina dîyaloga destûrî ya bi hikûmeta herêmê re û pêşîgirtina pevçûnên nû dîyar dikin.”

Wezareta Derve ya Amerîka di dawîya daxuyanî de bal dikşîne ku ewê di çareserkirina hemî kêşeyan de, bo berjewendîya hemî Îraqîyan, bi berdewamî ligel hemî alîyên peywendîdar bixebite.

“Niha dem e ku hemî alî li siberojê binêrin û ji kêşeyên xwe re, li gor qanûna bingehîn ya Îraqê çareserîyan bigerin.”

XS
SM
MD
LG