Lîstikên Olîmpîyatên Zivistanê li Pekînê îro Çarşemê jî berdewam kir. Di pêşbirka şimitîna berjêrî ya Alphine ya mêran de, lîstikvanê Fransî Clement Noel di rêza yekê de medalîya zêr stand.
Noel bi 0.61 çirkeyan de li pêşîya lîstikvanê ji Austryayê Johannes Strolz xist. Strolz di rêza duyê de medalîya zîv bidest xist.
Di rêza sêyem de, qehremanê cîhanê Sebastian Foss-Solevaag yê Norwecî medalîya bronz wergirt.
Di pêşbirka hockey ya ser qeşayê ya jinan de, tîma Finlandayê bo cara çaran medalîya bronz bidest xist piştî ku 4-0 zora Swîsrayê bir.
Roja Pêncşemê tîma Amerîka tê pêş ya Kanadayê jibo lîstika ku tê de medalîya zêr bidest bixin. Amerîka niha qehremana Olîmpîk ya vê lîstikê ye.
Di pêşbirka 5,000 metre ya şimitîna kurt (speedskating) ya mêran de, tîma Kanada medalîya zêr wergirt.
Tîma Charles Hamelin, Steven Dubois, Jordan Pierre-Gilles û Pascal Dion dikarîbûn bi vê serkeftinê medalîya zêr ya heştan bo welatê xwe bidest bixin. Wan pêşbirka xwe di 6 xulek û 41.257 çirkeyan de qedand.
Di rêza duyê de Koreya Başûr medalîya zîv wergirt û Îtalya di rêza sêyan de medalîya bronz stand.
Di heman pêşbirkê de lê ya 1,500 metre jibo jinan, Choi Minjeong ji Koreya Başûr berevanîya medalîya xwe ya zêr kir û careke din biser ket.
Wê serkeftina xwe di 2 xulek û 17.789 çirkeyan de pêk anî. Di rêza duyê de, lîstikvana Îtalî Arianna Fontana medalîya zîv bidest xist û di rêza sêyem de lîstikvana Holendî Suzanne Schulting medalîya bronze bidest xist.