Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foruma Aborî ya Cîhanê Têkilîyên Xwe yên bi Rûsya re Rawestand


Logoya Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF)
Logoya Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF)

Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) îro dîyar kir ku ew tevahîya têkilîyên xwe bi sazîyên Rûsî re piştî dagîrkirina Ukraynayê radiwestîne.

WEF, bi civîna salane ya karsaz û rêberên welatên cîhanê tê nasîn ku bi kevnepoşîyekê li Davosê ya Swîsre tê dar xistin.

Forumê bi daxuyanîyeke ragihand ku ewê bi kes û sazîyên ku dijî wan tole hatine ragihandin re, civîna salane jî di nav de, ti çalakî neke.

Serokê Rûsya Vladimir Putin herî dawî di Rêbendana 2021'an de, beşdarî civîneke onlaynî "Rojeva Davosê" ya WEF'ê bûbû.

Rûsya û Belarûs herwiha îro ji forumeke din ya navneteweyî ya bi navê Northern Dimension jî hatin derxistin, ku Yekîtîya Ewrupa (YE), Îzlanda û Norwêc endamên wê ne.

XS
SM
MD
LG