Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîya Amerîkî ku Dihat Hizir Dîlkirî Bû, di Êrîşa Hamas ya Cotmehê de Hatiye Kuştin


Judith Weinstein û hevjînê wê, Gad Haggai.
Judith Weinstein û hevjînê wê, Gad Haggai.

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku welatîya Amerîkî Judih Weinstein di 7’ê Cotmehê de ji alîyê Hamasê ve dema koma mîlîtan êrîşê başûrê Îsraîl kir, hatiye kuştin.

Berî niha, dihat bawer kirin ku Weinstein ya 73 salî ji alîyê Hamasê ve hatiye revandin û ew wek dîl tê ragirtin.

"Ez soza ku me daye hemû malbatên kesên hîn dîlgirtî ne dubare dikim: Emê xebata xwe ya bo vegerandina wan ya malê ranewestînin," Biden got.

Biden hefteya borî jî ragihandibû got hevjînê Weinstein, Gad Haggai, di heman rojê de hatiye kuştin.

"Ev bûyera trajîk mirov ji kûr ve dêşîne. Piştî nûçeya hefteya borî ku hevjînê hêja yê Judih, Gad Haggai, tê bawer kirin ku ji hêla Hamasê ve hatîye kuştin," serokê Amerîkî got.

Îsraîl dibêje ku Hamasê di êrîşa 7’ê Cotmehê de nêzîkî 1200 kes kuştine û û 240 kes jî wek dîl revandine.

Dîmeneke giştî ji wêrankarîya li Gazayê.
Dîmeneke giştî ji wêrankarîya li Gazayê.

Wezareta saxlemîya Gaza jî dibêje ku piştî êrîşa Hamasê heta îro jiber êrîşên Îsraîlê 21,507 Filîstînî hatine kuştin.

Hikûmeta Îsraîlê do Pêncşemê eşkere kir ku 110 ji 240 dîlên di destê Hamasê de, di dema agirbesta demkî ya di dawîya Mijdarê de hatine berdan û 23 kesên din jî bêdîtîn wek kuştî hatine dîyar kirin.

Sê ji wan dîlan - Yotam Haim, Samar Talalka û Alon Lulu Shamriz- di 15’ê Berfanbarê de li Gaza, ji alîyê hêzên Îsraîlê ve bi şaştî hatibûn kuştin.

Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihandibû ku wan hawara rizgarkirinê ya sê dîlan, mîna kemîneke Hamasê bi şaştî şîrove kirine, loma jî gulebarankirina xwe ranewestandine.

Artêşê roja Pêncşemê encama vekolîna ser kuştina wan 3 dîlan bi raportekê dîyar kir.

"Hat fêm kirin ku di bûyerê de ti nêta xirab tune bû û leşkeran di wê kêlîkê de li gor têgihîştina xwe herî baş ya çalakîya rast pêk anîne," IDF got.

Li gor raportê de, leşkerekî gule berdaye ser 3 kesên dîl, ku wî bi xeletî ew wek gef pênase kiriye û du kes hatin kuştin û yê sêyem jî revîyaye avahîyeke nêzîk.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê General Herzi Halevi anî ziman ku di vê bûyêrê de IDF di erka rizgarkirina dîlan de têk çû.

"Tevahîya sîstema fermandarîyê xwe jiber vê bûyera dijwar berpirsyar dibîne, ji vê encamê xemgîn e, û şîna malbatên her sê dîlan parve dike," Halevi got.

Nayê çaverêkirin ku leşkerên tevlî bûyerê bûne ji kar werin dûr xistin yan jî werin darizandin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG