Welatîyên Herêma Kurdistana Îraqê bi sedema hevrikî û tawanbarkirina hevdu ji desthilatdarîya Herêma Kurdistanê bê hêvî bûne.
Bi taybet ji her du hizbên serekî PDK û PUK, ev çende bûye eger ku xelk ti bawerî bi siberojele nêzîk nebe ku dilê wan xweş û geş bike.
Hevrîkîya li ser postên Bexdayê, tevahîya tawanbarkirin bi hebûna qeyranan û têkdana rewşa aborî ya li herêma Kurdistanê, bêhêvîbûne zêdetir dikin.
Heke em behsa bandora qeyrana berdewam ya ser welatîyan bikin; girûbûn û nedana mûçeyên karmendan pirsgirêka herî girîng e, jiber ku bo welatîyan her tişt girêdayî diravê û wergirtina mûçeyan di dema xwe de ye.
Ev pirsgirêk welatîyan gelek eciz kirine û êşandine; tevî ku bo çareserîyê karbidestên hikûmetê gelek soz didin jî, lê heya niha ti encam derneketiye holê.
Bi sedema vê yekê, di navbera welatîyan û hikûmetê de bawerî nemaye.
Dengê Amerîka li parêzgeha Duhokê bi hejmareke welatîyan re axifî, ser nerînên wan yên di derbarê hevrikîya PDK û PUK û herwiha ger her du partî dûrî berjewendîyên hizbî, ser rêketineke ku di berjewendîya welatîyan de lihev nekin.
Ehmed Casim anî ziman ku “xala lawaz hizbayetî ye ku her tişt girtiye destê xwe,ji sîstema dadwerîyê bigire heta jiyana sivîl.”
Derbaz Îbrahîm jî lihevnekirina her du partîyan destnîşan kir û got ku dê Kurdistanê ber bi siberojeke nedîyar dibin.
Yûsif Ehmed di warê civakî ve nêrîna xwe da dîyar kir û got ku hevrikîya hîzban di warê civakî ve bandoreke neyînî ser vî gelî kiriye û bawerîya gel bo çareserîya kêşeyan bi alîyên fermî nemaye.
Hêjayê gotinê ye ku berîya niha gazincên xelkê kêm dihatin dîtin yan berbiçav nebûn, lê niha li her cîh û her civatê xelk rexne li desthilatdarîya Herêma Kurdistanê dikin jiber ku roj bi roj jîyana welatîyên li heremê bi rengekî dîyar xirabtir dibe.
Heta amadekirina vê raportê, mûçeyên meha Adarê yên karmendên Herêma Kurdistanê nehatine dayîn.
Jiber vê yekê jî welatî hêvî nakin ku siberojeke baştir li pêşîya wan hebe û hevdem valahîyeke mezin ketiye navbera gelê herêma Kurdistanê û hikûmetê; ev jî denê zengila alarmê bilind dike.
Hun dikarin tevahîya raportê ser lînka jêrîn guhdar bikin.