Zanyaran îro Pêncşemê cara yekê wêneyê qula reş (vlack hole) kişandin, ku li navenda galaksîyeke dine ya dûr de cîh digire.
Astronatan qula reş ya ku sê mîlyon qat ji dinyayê mezintir e, wek "dêwekê nazik" bi nav kirin.
Wêneya ku hatiye bi reng kirin, ji hêla teleskopa Event Horizon hatiye kişandin ku ji 8 teleskopên radyoyê yên hevdemkirî yên li çar alîyê cîhanê pêk tê.
Qula reş ji dinê 500 mîlyon trîlyon km (bi qasî 53 mîlyon salên ronahîyê) dûr e.
Astronot bawer dikin ku li navenda hema hema tevahîya galaksîyan de qulên reş hene ku ronahî û madde nikarin ji wan birevin, loma kişandina wêneyên wan pir dijwar e.
Ronahî ji hêla erdkêşi ve tê qelişandin û li dora xwe dizivire, dema ku ew bi gaz û toza pir germkirî re dikeve tê kişandin.