Li welatê Sûriyê ji ber şerê navxweyî jiyanek nû durist bûye ku şer û bûye navîşanê wê û ji ber vê yekê jî gelek tişt li vî welatî wêran bûne û ji holê hatine rakirin. Lê belê beşek ji hunermend û çalakvanên wê xwestin ku beşekî ji vê jiyanê belav bikin û bikin huner û wan bigehînin biyaniyan û çîroka rasteqîn bînin ser ziman. Yek ji wan kesan wênegir û filmsaza kurd Guevara Namer e.
Guevara Namer di sala 1984 li Şama paytext li Sûriyê ji dayik bûye.
Ew di nav malbatek kurd de mezin bûye ku pirr guhdan bi çand û hunerê dikir û wê yekê bandorek mezin li jiyana wê kir.
Guevara li Şamê hunera wênegirî xwendiye li enstîtuya hunerî û dawiyê xwendina lêkolînên şanoyê li enstîtuya şanogeriyê bi dawî kiriye.
Wê di sala 2005 de dest bi hunera wênegirî û filmsaziyê kir. Filimê wê yê yekem bi navê "Sibehê ditirsim û bi şev distrêm" bi Diyana Cîrodî re di sala 2012an bû. û wekî din jî beşdarî berhanîna hin filimên din bû wek "Vegera Homs" di sala 2013an de û filimê "Sîmav" di sala 2014an bû, Guevara berdewamiya dide xebatên xwe bi taybet piştî ku li Berlin bicî bûye.
Di sala 2020an de pêşangeha xwe ya bi navê "Li Cihekî Din" li Berlin vekir. Ew yek ji damezrînerê DOX BOX ê ye ji bo belgefîlman.
Niha ew dixwaze belgefîlmekî li ser çîroka nansnameya malbata xwe çêbike ku di riya wê de dixwaze çîrokên wendayî bîne ser ziman.