Malpera Dengê Amerîka di nûçeyeke xwe de îro Pêncşemê dinivîse ku ji destpêka şerê Gaza vir ve leşkerên Îsraîlî û cîwarkirîyên Îsraîlî pirtir ji 640 Filîstînî li Kenara Rojava kuştin.
Herwiha, di êrîşên Filîstînîyan de jî herî kêm 19 kes canên xwe ji dest dane.
Hamas bang li Filîstînîyên li Kenara Rojava kir ku serî rakin û ser operasyonên dawî got ku plana berfirehkirina şerê li Gaza ye.
Hamas dîyar kir ku berpirsa gurbûna girjîya li herêmê piştgirîya Amerîka ya jibo Îsraîlê ye.
Berdevkê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abad, Nabil Ebu Rudeineh ser operasyona dawî got ku gurbûneke cidî ye û ew şermezar kir.
Abad bang li rêvebirîya Amerîkî kir ku mudaxaleya rewşê bike.
Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê bi daxuyanîyeke ‘tundîya cîwarkirîyên radîkal yên Cihû şermezar kiribû.
Wezaretê di daxuyanîyê de dîyar kiribû ku tundî trajedîyên giran yên mirovahî çêdike, zararê dide ewlekarîyê Îsraîlê û hêvîyên ser aştî û aramîya herêmê.
Di daxuyanîyê de hatibû gotin ku divê hikûmeta Îsraîlê berpirsên tundîya dijî sîvîlên li Kenara Rojava bigire ku ew yek jî gelek girîng e.
Amerîka ragihand ku ewê dijî sazîya sîvîl ya Îsraîlî, Hashomer Yoshê toleyan ragihîne ku li gor karbidestên Wezareta Derve ew sazî rê li ber Filîstînîyan digire ku ew venegerên warên xwe yên li Kenara Rojava.
Li ser vê ragihandinê, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyhu dîyar kir ku ew vê rewşê cidî dibîne û ser vê mijarê bi Amerîka re danûstandinê dike.
Îsraîl di şerê 1967’an de Kenara Rojava, Gaza û Orşelîma Rojhilat bi dest xistibûn, lê Filîstînî jibo dewleteke siberojê wan her sê herêman jî dixwazin.
Îsraîlê jibo pirtir ji 500,000 Cihûyên li Kenara Rojava cîhên rûniştinê ava kirine.
Ew kesên cîwarkirî hemwelatîyên Îsraîlê ne û 3 mîlyon Filîstînîyên li Kenara Rojava di bin rêvebirîya leşkerî ya Îsraîlê de diîjîn û Rêvebirîya Filîstînî jî bi awayekî sînordar herêmê kontrol dike.
Jêder: VOA