Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje Dewletên Rojavayî Kelûpelên Çêkirina Dronan Didin Tirkîyê


Tirkîye di salên dawî de êrîşên xwe yên dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û hevbendên wê yên li Îraq û Sûrîyê zêdetir kirin.

Karbidestên Îraqê û pisporên şer dibêjin ku piranîya êrîşan bi dronên çekhilgir li dar dikevin ku di nav wan de cureyên wek Bayraktar TB2 hene.

Kompanîya dronan çêdike, Baykar, ji alîyê Haluk Bayraktar û Selçuk Bayraktar yên ku bira ne tê bi rêve birin.

Selçuk Bayraktar bi keça Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re zewicî ye.

Ev kompanîya salê 1980yî hatiye ava kirin û sala 2005’an dest bi çêkirina dronan kiriye.

Bi kêmî ve du kompanîyên Rojavayî kelûpelên krîtîk yên jibo çêkirina dornan dane wê kompanîyê ku li ser wan ti şopa binpêkirina toleyan tune.

Kanada piştî li ser Bayraktar TB2’yan sensorên Wescam dîtibûn, sala 2021’an destûra jibo firotina wan betal kiribû.

Wê çaxê Wezîrê Derve yê berê yê Kanada Marc Garneau gotibû ku karanîna wan dronan ne li gor sîyaseta wan ya derve ye û ne jî li gor misogerîyên Tirkîyê ne.

Baykar ragihand ku wê bi 30 dewletan re peymana firotana dronan îmza kiriye.

Di nav wan welatan de ku ji Baykarê dronan dikirin, Ukrayna, Etîyopya, Lîbya û Azerbaycan hene.

Erebistana Saudî jî meha Tîrmehê ragihand ku ewê ji Tirkîyê cureyeke din ya dronan Bayraktar Akinci bistîne.

Dronên TB2 li Ukrayna li hember hêzên Rûsî hatin karanîn.

Karbidestên Rojavayî hişyarîyê didin ku şêweyên karanîna wan dronan fikaran çêdikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG