Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Jeff Sessions Wek Wezîrê Dadê Pejirand


Jeff Sessions
Jeff Sessions

Civata Senatoran ya Amerîkî do Çarşemê berbijêrîya Senatorê Alabama Jeff Sessions ya jibo Wezareta Dadê ya Amerîka pejirand. Di dengdanê de, ji berbijêrê Serokê Amerîka Donald Trump re 52 senator dengê 'erê' da, 47 jî got 'na'.

Sessions piştî dengdanê axaftinek kir.

''Spas jibo kesên deng dane min, ez zanim berpirsîyeke min ya mezin heye. Emê jibo sîyaseta xwe kesên wek me nafikirin reş nekin'' Sessions got.

Sessions, ji 20 salan zêdetir e di senato de ye ku wî berê jî li Alabam wek wezîrê dadê kar kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye, Sessions di destpêkê de piştgirî dabû kempeyna Trump û berevanî li pêşnîyaza wî ya jibo dîwarê ser sînorê Meksîka kiribû.

XS
SM
MD
LG