Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Karvekişîna Xwe Ragihand


Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Kirstjen Nielsen karvekişîna xwe ragihand.

Nielsen 16 mehên berê dest bi wezîrîyê kiribû.

Wê bi nameyeke karvekişînê ji Serok Donald Trump re got ku ‘’Tevî ku bo ewlekarîya me ya navxweyî pêşdeçûn çêbûne jî bo min dema vekişînê ye’’

Nielsen zelal nekir ku wê çima karvekişîna xwe ragihandiye, lê dîyar kir ku ew hêvî dike ku wezîrê nû bo berevanîya sînor piştgirîya Kongresê bistîne.

Li gor tweeta dawî ya Nielsen ew dê heta roja Çarşemê li ser kar be.

Trum jî ji Twitterê spasîya Nielsen kir û got ku li şûna wê Komîserê Berevanîya Gumruk û Sînorê Kevin McAleenan hatiye erkdar kirin.

XS
SM
MD
LG